Meclîsa Gel a Kurd a Yewnanistanê kongreya xwe pêk anî

Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Yewnanistanê 23’emîn Kongreya xwe ya asayî bi tevlîbûna sedan kesî pêk anî.

Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Yewnanistanê 23’emîn Kongreya xwe ya asayî bi tevlîbûna sedan kesî li Atînayê pêk anî.

Li salona kongreyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên çalakvanên grevên biçîbûnê û pankarta bi nivîsa ‘Em ê bi ruhê çalakiya grevên birçîbûnê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ hatin daliqandin.

Kongre ya bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştî hilbijartina dîwanê û şûn de li ser pêvajoyê nirxandin hatin kirin.

Li ser navê dîwanê Hozan Kaya axivî û bal kişand ser grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê yên li dijî tecrîdê. Kaya anî ziman ku li Kurdistanê bi salan e polîtîkayên îmhayê tên birêvebirin û got: “Li dijî êrîşan Mezlûman, Xeyriyan her demê berxwedaneke dîrokî raber kirin. Berxwedana Kurdistaniyan li dijî DAÎŞ’ê û faşîzma AKP’ê raber kirîn, serketin bi xwe re aniye.”

Di dewama kongreyê de rapora xebat û darayiyê hate xwendin, pêşniyar û rexneyên beşdarvanan hate guhdarkirin. Piştî nirxandinên hatin kirin û şûnde rêveberiya nû hate hilbijartin.