Meclîsa Gel a Kurd a Skoçyayê kongreya xwe pêk anî

Meclîsa Gel a Kurd a Skoçyayê 4’emîn Kongreya xwe pêk anî.

Bi tevlîbûna zêde a Kurdistanî û dostên wan kongre diyarî berxwedêrên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê hatin kirin.

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ê di kongreyê de axivî, destnîşan kir ku wê bi teqez tecrîd û pêkanînên der hiqûqî yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

Baydemîr da xuyakirin ji bo serketina berxwedanê her kes li gorî erka dikeve ser milan divê bi cih bîne. Baydemîr got: “Yekane rêya serketina berxwedanê wan tenê nehiştine. Divê her kes deng û qîrîna wan bibihîse.”

Piştî axaftin û peyaman kongre bi rojeva hilbijartinê dom kir.