BI DÎMEN

Meclîsa Gel a Gavleborg 15’ê Tebaxê pîroz kir

Li bajarê Gavleborg ê Swêdê Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin.

PÎROZBAHIYÊN 15'Ê TEBAXÊ

Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê li bajarê Gavleborg ê Swêdê hat pîrozkirin. Pîrozbahî di saet 15:00’an de bi tevlîbûna Kurdistaniyan hat lidarxistin. Pîrozbahî bi axaftina li ser navê Meclîsa Gel a Gavleborg destpê kir.

Di axaftinê de bal hate kişandin ser girîngiya 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan û wiha hate gotin: “Bi çalakiya Eruhê ya 15’ê Tebaxa 1984’an ji bo Kurdan mîladeke nû destpê kir. Kurd êdî pêşeng û afirînerê pratîkî ya jiyana nû ne. Gava yekem a cihê îroyîn 15’ê Tebaxê ye. 15’ê Tebaxê li Serok Apo, şehîdan û gerîlayan pîroz be.”

Piştî axaftinan li ber stranan govend hat gerandin û pîrozbahî heta saetên êvarê berdewam kir.