Meşa li dijî komployê ya li Parîsê di roja 2’an de ye

Meşa li dijî komploya navneteweyî ya li paytext Parîsê hatibû destpêkirin, di roja 2’an de ye.

Meşa li diji komploya navneteweyî ya hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li paytexta Fransa Parîsê hatibû destpêkirin, di roja 2’an de didome.

Meşa ku wê 3 rojan dom bike, di roja 2’an de bi kombûna sedan kesî ya li Qada Natîonê destpê kir. Di meşê de li gel hildana flamayên Rêberê Gelê Kurd pankata ‘Ji tecrîdê re na, azadî ji Ocalan re’ hate vekirin.

Di meşê de bê navber belavok hatin belavkirin û dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Garê’, ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin.

Sibe meş wê saet 13:00’an ji Qada Repûblîqûe destpê bike û heta Chateletê dom bike.