Mamostayên Elmanî: Bila Elmanya li dijî tecrîdê bibe xwedî helwest

Mamostayên Elman ên piştgirî dan greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strastobûrgê dewam dike, bang li saziyên demokratîk û hikûmetê kir ku bikevin nava hewldanan.

Mamostayên endamên Sendîkaya Perwerdehî û Zanîstê ya Elman (GEW) a serdana greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strastobûrgê dewam dike kirin, desteka piştevaniyê pêşkêş kir.

Mamostayên sendîkaya GEW a ji bajarên Frankfrût, Munîh û Oldenbûrg ên Elmanyayê, bi Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropa (KCDK-E) Yuksel Koç re civiya. Di heyeta sendîkaya Elman de Margot, Sîmoneît, Bîrgît Zwîekîrsch, chrîstîan Katz û Heînrîch Becker cih digirin.

Di serdanê de nameya mamostayekî yê ji projeya dibistanekê ku ji aliyê mamostayên Elmanyayê ve tê pêşbînîkirin ku li Kobanê bê çêkirin jî pêşkêşî Koç hate kirin.

Li bir Bîrgît Zwîekîrsch axivî û diyar kir ku hem ji bo piştevanî û hem jî ji bo sendîkayên di bin sêwan wan de agahdar bikin serdan Strasboûrgê kirine.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd heman demê li ser gelê Kurd, li ser demokrasî û wekheviyê ye. Koç bibîr xist ku ji sala 2015’an û vir ve bi girankirina tecrîdê re li bajarên Kurdan qetlîamên mezin hatin kirin.

Koç destnîşan kir ku têkoşîn ji bo wekhevî û demokrasiyê ye, piştevaniya parêzvanên mafê mirovan û Elmanya ji bo wan girîng e. Koç bang li hikûmeta Elman kir ku divê li şûna destekê bidin polîtîkayên şer ên Tirk divê ji bo aştî û demokrasiyê bibin xwedî helwest.

Birgit Zwiekirsch: Almanya ve diğer ülkelerdeki demokratik güçler olarak Kürdistan’ın parçalarında ve Türkiye’de gerçek demokratik süreçlerin hayata geçirilmesi için çabalamalıyız. Yine ülkenizdeki meslektaşlarımızı desteklemeliyiz.

Di serdanê de mamostayên sendîkayê ji ANF’ê re axivîn.

Margot Sîmoneît: Divê Elmanya dev jî kiryarên xwe yên PKK’ê weke rêxistineke terorîstî binavkirinê berde. Divê êdî bes bi rêya Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn (BfW) bişopînin. Em ji bo piştevanî bi grevên birçîbûnê re pêk bînin hatine.

Divê em dest bi tevgerekî ku pêşî li hevkariya hikûmeta Elman û Tirkiyeyê bigire bikin. Em vê bi rêya agahdarkirina gel dikin. Agahdarkirina gel a ji zextên Elman girîng e.

Chrîstîan Katz: Divê hêzên demokratîk bibin ye û rayeke giştî ava bikin. Li Rojava dema ku jinekê ji bo wî gotiye ‘Tu çi daxwazî bê kirin’ gotibû, ‘Firotina çekan a ji bo Tirkan bidin sekinandin.’ Ev xalekî girîng e. Xalekî din jî hemû hêzên demokratî bibin yek û zextê li hikûmeta Elman bikin, bike ku Tirkiye di warê demokratîkbûnê de gav bavêjin.

Bi hêviya ku ev zext mezin bibe, li gel Yuksel jiyana 13 kesan kesan hê zêdetir nekeve xeteriyê.

Heînrîch Becker: Rêveberiya Hessen piştgirî dide çalakiyên li dijî tecrîda li ser Ocalan û hemû girtiyên din. Ez jî destekê didim daxwazên hevpîşeyên xwe.