Malbatên çalakgeran: Divê gelê Kurd xwedî li çalakiyan derkevin

Çalakiya berxwedêrên greva birçîbûnê bi biryardarî didome. Malbatan banga xwedîlêderketina çalakiyê kirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin.

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê jî 14 çalakgeran di 17’ê Kanûna 2018’an dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Çalakî di roja 132’an de didome.

Tendirustiya çalakgeran di asteke krîtîk de ye. Çalakger di nav nivînan de çalakiya xwe didomînin.

Malbata çalakger Agît Ûral û Yuksel Koç ên ku li Elmanyayê dijîn, îro hatin serdana çalakgeran.

Tamara Ûral a ku keça Agît Ûral e û Gulê Koç a ku hevjîna Yuksel Koç e ji ANF’ê re axivîn û xwestin bila gelê Kurd xwedî li çalakiyê derkevin.