Malbatên çalakgeran bi wekîlên Partiya Çepgir re civiyan

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 87’an de didome. Malbatên çalakgerên grevê wekîlên Partiya Çepgir a ku koma wê li Meclîsa Federal a Elmanyayê heye re civiyan.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê ya 14 çalakgeran di roja 87’an de didome. Malbatên Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç û Agiît Ûral ên di çalakiyê de îro li Meclîsa Federal bi parlamneterên Partiya Çepgir re civiyan. Alîkara Hevserokê Partiya Çepgir MartÎna Renner, parlamneter Gokay Akbûlût û Dorîs Achelwîlm beşdarî civînê bûn.

Parlamentera berê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp jî beşdarî civînê bû û têkildarî rewşa dawî ya çalakgeran agahî hate dayîn. Malbatan ragihand ku her roja diçe rewşa çalakgeran giran dibe û ji bo pêkanîna daxwazên çaalkgeran banga demildest ketina tevgerê kirin. Bi taybet keça Yuksel Koç Dîlan Koç û keça Agît Ûral a 9 salî Tamra Ûral fikarên xwe anîn ziman.

‘EM Ê HÊ BÊHTIR BIKEVIN NAVA HEWLDANAN’

Parlamenterên Partiya Çepgir diyar kirin ku malbatan ji bo bihîstana dengê çalakgerên greva birçîbûnê tişta ji destê wan hatiye kirine û ragihandin ku ji bo ketina tevgerê ya raya giştî û hikûmeta Elmanya ew ê bêhtir bikevin nava hewldanan. Parlamenteran ragihandin ku bi taybet ew ê li eyaletan bikevin nava tevgerê û ji bo piştevaniya bi çalakgerên greva birçîbûnê re ew ê mîtîngekê lidarbixin û ew ê mijarê pêşwazî rêveberiya partiyê bikin.

Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê hefteya borî li pêşiya avahiya serokwezîrtiyê li Berlînê çalakiya nobedê ya 3 rojan lidarxisitbû û ji bo pêkanîna daxwazên berxwedêran banga demildest bicihanîna daxwazan kiribûn.