Malbata Mam Zekî serdana berxwedêrên Strasboûrgê kirin

Malbata Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya  Strasboûrgê kirin û bang li gelê Kurd û hikûmetên Ewropayê kirin.

Serdana li çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê didomin. Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ev 149 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.

Malbata Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mam Zekî Şengalî ku 15'ê Tebaxa 2018'an bi êrîşa hewayî ya dewlta Tirk şehîd bûyî serdana greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Strasboûrgê kir.

Birayê Mam Zekî Silêman Ferman, hevjîna wî Gulê Şengalî û kurê wî Şengalî û Elî û xizmê wan Osman Siyad hazir bûn.

Endamên malbatê di serdanê de gotin berxwedana Kurdan a mezin wê bi ser bikeve, bang li dewletên Ewropayê man ku guhê xwe ji daxwaza Kurdan a heq, hiqûq û mafê mirovan re negirin.

Silêman Ferman got ew bawer dike ku çalakiya berxwedêran wê bi ser bikeve û serkeftin ji çalakgerên greva birçîbûnê re xwest.

'EM JI DEWLETA TIRK REVIYAN LI VIR JÎ EYNÎ TIŞT'

Hevjîna Mam Zekî Gulê Şengalî jî got, ''14 hevalên me li vir bedena xwe dane ber mirinê. Baş e, naxwe kanî hiqûqa Ewropa, kanî mafê mirovan?''

Şengalî got wan digot belkî ji dewletên Ewropayê ji bo greva birçîbûnê deng derkeve lê ev 5 meh in ti deng ji wan dernakeve û domand, ''Em ji dewleta Tirk reviyan, li vir jî eynî tişt e. Ne em û ne jî hevalên me yên di çalakiyê de tiştekî mezin naxwazin.''

''EM DIXWAZIN TECRÎD RABE'

Şengalî her wiha got, ''Daxwaza me ji dewletên Ewropayê ew e ku tecrîda li ser Rêbertiya me bi dawî bibe û bikaribe parêzer û malbata xwe bibîne. Divê li gorî hiqûqê be. Hem ji Tirkiyê û hem ji Ewropayê em vê dixwazin.''

Şengalî her wiha got dewletên Ewropa xwe 'kerr û kor kirin'' û destekê didine dewleta Tirk.

'DIVÊ GELÊ KURD RABE SER PIYAN Û LI HEVRÊ Û RÊBERE XWE XWEDÎ DERKEVE'

Iskender Şengalî jî got çalakiya greva birç3ibûnê ne li dijî kesî ye, ne gef e û domand, ''Ev ne li dijî Tirkiyê ye, Kurd doza heq û azadiyê dikin. Dibêjin, ''ez hiqûqa xwe dixwazim''.

Şengalî got divê tecrîda li ser Ocalan rabe, ew tenê lîderê partiyekê lî derê civakekê ye û bi wî, wê doza Kurd çareser bibe û got, ''Mifteya çareseriyê Ocalan e.''

Iskender Şengalî got dewletên Ewropayê ji bo berjewendiyên xwe li bara greva birçîbûnê, tecrîdê bêdeng dimînin û got daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê ew e ku nehiqûqiya heyî bi dawî bibe. Şengalî got, ''Ji bo ku ev bibe pêşî divê Kurd rabin ser piyan. Ev mirov ji bo ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan rabe, ne ji bo partiyekê, ji bo azadiya hemû Kurdan, ji bo qedera Kurdan mirin dane ber çavan. Divê Kurd dest li ser wijdanê xwe deynin. Ev çalakî ji bo wan û zarokên wan e. Divê ne weke ku meseleyeke partiyekê be lê binerin. Divê gel rabe ser piyan û li hevrê û Rêberê xwe xwedî derkeve.''

Şengalî herî dawî got heke hêza wan hebe her kes wê hesabêwan bike û got, bi hêviya ku tecrîda rabe rojên xweş li hêviya Kurdan in.