Malbata çalakgerê greva birçîbûnê Şiyar Xelîl hate serdana wî

Li Berlînê çalakiya greva birçîbûnê didome, malbata yek ji çalakgerên grevê Şiyar Xelîl hate serdana Xelîl û banga xwedîderketina li çalakgeran li gelê Kurd û raya giştî ya Ewropayê kir.

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Mele Mûstafa Tûzak di roja 102’an de, ya Cemal Kobanê û Omer Bagdûr di roja 86 û ya Şiyar Xelîl jî di roja 89’an de ye. Çalakger li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-DEM) çalakiya xwe didomînin. Li aliyê din serdanên piştgirîdayîna çalakiyê jî didomin.

Herî dawî malbata Şiyar Xelîl a li bajarê Odense yê Danîmarkayê dijî serdana çalakgeran kir. Di serdanê de dotmama Xelîl Fadîla Xelîl û kurmamê Xelîl Hûrşît Xelîl axivîn û diyar kirin ku ji ber ku di berxwedanê de ye ew bi pismamê xwe serbilind in.

PIŞTÎ 15 SALAN HEVDÎTINA YEKEM

Di serdanê de kêliyên bihestiyar hate jiyîn. Endamên malbatê ragihandin ku piştî 15 salan cara yekem e hevdû dibînin. Malbata Xelîl banga xwedîderketina li çalakgeran li gelê Kurd û raya giştî ya Ewropayê kirin û wiha domandin; “Bi vê serdanê re me xwest em hêzê bidin Şiyar û çalakgeran. Em bi hêvî ne, çalakger bigihîjin armanca xwe û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd were şikandin.”

‘XWEDÎDERKETINA MALBATAN GELEK GIRÎNG E’

Şiyar Xelîl ji ber serdanê keyfxweşiya xwe anî ziman û got; “Piştî çend salan bi dîtina xizman ez gelek keyfxweş bûn. Xwedîderketina malbat û bitenênehiştina me gelek girîng e. Ji ber ku vê çalakiyê em ji bo wan pêk tînin. Baweriya min heye ku serketin nêz e û di demek herî nêz de wê tecrîd bişikê.”

Şiyar Xelîl ê ji bajarê Dêrik yê Rojavayê Kurdistanê beriya niha çalakiya xwe li Nurngerê didomand. Tevî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê jî Xelîl ragihandibû ku di çalakiya xwe de bi biryar e.