Maîlên gefxwarinê yên Neonazî: Wezîr LKA sûcdar kir

Tê gotin ku li eyaleta Hessenê ya Elmanyayê, di mijara gefên Neonaziyan de yên li dijî siyasetmedara jin a Partiya Çep û gelek kesan, şaşitiyên giran ên daîreya krîmînal a eyaletê hene.

Parlamentera Eyaleta Hessenê ya Partiya Çep (Dîe Lînke) Janîne Wîssler yek ji wan siyasetmedaran e ku mailên gefxwarinê yên rêxistina Neonazî NSU 2.0 jê re hatiye şandin. Herî dawî destpêka vê hefteyê maila gefxwarinê ji Wîssler re hate şandin. Eşkere bûbû ku beriya şandina mailên gefxwarinê, ji kompûtereke Daîreya Krîmînal a Eyaletê (LKA) lêkolîna li ser navnîşanê hatibû kirin.

Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Hessenê Peter Beûth li ser mijarê axivî û LKA bi giranî sûcdar kir. Beûth ragihand, agahiyên li ser lêkolînkirina adresa Wîssler ji kompûtera polîsan, roja Çarşemê jê re hatiye ragihandin û got, LKA wezîfeya xwe bi cih neaniye.

Beûth diyar kir, LAK'yê têkildarî mijarê polîsek lêpirsîn kiriye, lê belê ev agahî ji Wezareta Karên Hundir re nehatiye gotin. Beûth destnîşan kir ku ji ber girîngiya lêpirsînê rêbazên bi vî rengî nayê qebûlkirin.

Mailên bi îmzeya NSU 2.0 ku kujerên Neonazî bi bîr dixist, ji Serokwezîrê Eyaleta Hessenê Volker Boûffîer re jî hatibû şandin.