Bertekên li dijî tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê yên deweleta Tirk li her derê cîhanê zêde dibin.
Tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê di çalakiya salvegera damezrandina Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr de anîn rojevê. Mahmoud Patel ku bû mêvanê rûmetê ya çalakiyê banga 69 xelatgirtên Nobelê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.
Patel ku di heman demê de Serokê Koma Xebata Kurd a Afrîkaya Başûr e wiha got: “Partiya Komunîst divê hevrê Ocalan ku 25 sal in di tecrîdê de ye ji bîr neke. Ez dixwazim bi bîr bixim ku 3 sal in tu agahî ji Ocalan nayê girtin.”
Patel bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava û berdxwedana li Kurdistanê silav kir.
Patel wiha got: “Bi wesîleya salvegera Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr silavên piştevaniyên ji we re tînim. Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr ku partiya komunîst a herî kevn û ya herî mezin a Afrîkayê ye, piştevaniya xwe ya bi gelê Kurd re careke din diyar kir. Bi taybet Sekreterê Giştî, careke din bi bîr xist ku divê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê bê şert û merc were berdan. Ya girîngtir jî Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr biryardariya xwe ya ji bo xurtkirina kampanyayên navneteweyî yên ji bo azadiya gelê Kurd, girtiyên siyasî û bi taybet ji bo bê şert û merc berdana Abdullah Ocalan, careke din teyît kir. Her wiha em piştevaniya xwe ji bo hemû xelatgirên Nobelê ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan kampanya dane destpêkirin diyar dikin.”