Li gorî nûçeya RTBF’ê ya Belçîkayê, çalakvana femînîst û akademîsyen Marie Gilow di Îlona 2024’an de ji hêla polîs ve hate gazî kirin û hîn bû ku ew ji hêla Koordînasyona Analîza Tehdîdê ya Belçîkayê (OCAM) ve wekî "waizgerê nefretê" hatî destnîşankirin. Parêzerê wê Jan Fermon, diyar dike ku dibe sedema girtina Marie Gilow ji bo lîsteyê desteka wê ya ji bo tevgera Kurd be. Lê belê rayedaran diyar nekir ku ev biryar li ser kîjan agahiyên îstîxbarata biyanî hatiye girtin.
Marie Gilow di sala 2020’an de weke rojnamevan çû Rojava û bi taybet li ser rola Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) a li Kobanê lêkolîn kir. Marie Gilow, anî ziman ku Kurd li Rojhilata Navîn di bin zextê de ne û ew têkoşîna parastina ziman û çandê didin.
MAFÊ WÊ YA RÛNIŞTINÊ DI XETEREYÊ DE YE
Destûra rûniştinê ya Gilow a li Belçîkayê di bin rîska betalkirinê de ye. Her wiha polîsan bi ser mala wê de girtine û cîranên wê lêpirsîn kirine.
NÎŞANEYA ZEXTÊN LI DIJÎ KURDAN E
Li gorî parêzerê wê, ev bûyer parçeyek ji krîmînalîzekirina tevgera Kurd a li Ewropayê ye. Tevî ku di sala 2020'an de Dadgeha bilind a Belçîkayê biryar da ku PKK'ê weke "aliyek a şer e" bide naskirin jî, rayedarên Belçîkî tevgera Kurd bi terorîzmê ve girêdayî dibînin.
PIŞTGIRÎ MEZIN DIBE
Hunermend, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan ji bo Gilow nameyek vekirî pêşkêşî Wezîrê Koç û Penaberiyê yê Belçîkayê kirin. Navên navdar ên wekî xweşik-birayên Dardenne jî di nav îmzekaran de bûn.
Parêzer Selma Benkhelîfa, diyar kir ku ev bûyer ne tenê pirsgirêka Gilow e, li Ewropayê her kesê piştgirî dide Kurdan rastî zextên sistematik tên.