MŞD: Agirê li Îmralî ne tesaduf e

Meclîsa Şengal a Derveyî Welat anî ziman ku şewata li Girava Îmralî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din lê ne daxuyaniyek da û got: “Şewat ne tesadûf e.”

Meclîsa Şengal a Derveyî Welat (MŞD) bêdengiya Kompîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê şermezar kir û fikarên xwe yên li ser şewata li Îmraliyê anî ziman.

MŞD’ê diyar kir ku li ser daxuyaniya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî girtine ku şewat li Girava Îmraliyê derketiye. MŞD’ê anî ziman ku bi guman nêzî şewatê dibin û got: “Şewat ne tesadûf e.

Her wiha MŞD’ê nêzîkatiya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê şermezar kir.

MŞD’ê got: “Bila civaka Êzidî baş bizen ku şewata li Îmraliyê ya vê zivistanê ne tesaduf e. Çawa ku Serok Apo li Şengalê xwedî li Êzidiyan derket, pêwîste Êzidiyên li derveyî welat, Şengal û Başûr xwedî lê derbikevin. Heta parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtinê pêk neîne em ê li kolanan bin. Ji her kesê bêhtir divê gelê me yê Başûr û Şengalê li ser piyan bin.”