M. Nazîf Aktaş li ser gora xwe hate bibîranîn

Mûstafa Nazîf Aktaş yê PKK’yî 23’ê Kanûna 1985’an li paytexta Fransa Parîsê hatibû qetil kirin. Aktaş di salvegera qetilkirinê de li gorista Pêtr Lachaîse li ser gora xwe hate bibîranîn.

Hevserokê Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk ya Parîsê Necmettîn Demîralp û hevrêyên Aktaş çîçek danîn Goristana Pêre Lachaîse û ji bo hemû şehîdên şoreşê deqîqeyek rêz girtin.

Di merasîmê de axaftin hate kirin û wiha hate gotin; “M. Nazîf Aktaş dilnizm bû, pêşengê Kurdistaniyên fedekar û hevrêyê wan bû. Alaya ku Aktaş li pey xwe hiştî ji aliyê hevrêyên wî heta roja îro tê hildan.”

Mûstafa Nazîf Aktaş yê PKK’yî 23’ê Kanûna 1985’an li Parîsê bi awayekî plankirî ji aliyê komeke nîjadperest a Tirk ve hatibû qetilkirin.