Lola Ginesta ya Katalan: Şoreş bi pêşengiya jinê dibe

Lola Ginesta: Mirovên li dinyayê têdikoşin, şer dikin nîşanî me didin ku têkoşîn mumkin e. Em ji wan dikarin hîn bibin. Heger em bi hev re têbikoşin em ê bivê nevê bi ser kevin.

Li Elmanyayê ciwanên Kurd û înternasyonalîstên ji Katalanya, Spanya û Elmanyayê ev bêhtirî hefteyekê ye ku ji bo şermezarkirina bêbextiya navneteweyî ya 15’ê Sibatê çalakiyan li dar dixin. Doh di vê çarçoveyê de çalakvan li Stuttgartê bûn û wan mîtingek li dar xist. Yek ji înternasyonalîstên di çalakiyê de cihê xwe digire Lola Ginesta ya 24 salî ye. Ew ji bajarê Lleida yê Katalanyayê ye. Ew ji bajêr tevî 4 hevalên xwe hatiye û tevlî çalakiyan dibe. Ev cara yekê ye ku ew bi çalakiya meşa dirêj komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rûreş dike: "Ji bo min tiştekî gelekî gelekî xweş e. Hevalên ji welatê min, par, pêrar beşdarî vê meşê bûne. Wan gava behsa wê dikir, gelekî pesnê wê dabûn. Em jî bi coş hatin û mala xwedê ava em hatine. Li vir em bi dehan mirovî re hatin cem hev, ev ji bo me gelekî baş e. Em li vir dibînin ku têkoşîn dewam dike û ev hêzê dide me.

Li her bajar û navçeya em diçinê mirovên tên pêşiya me hene, yên ku tevlî me dibin hene. Tişta herî zêde kêfa min jê re tê jî ew e ku em êvaran dibin mêvanên malbatên Kurd. Bi xêra vê, em têkiliyê bi wan re datînin. Keysa me lê tê ku em rastiya wan, serhatiyên wan, dîroka ka çawa ji ku hatine ji nêz ve bibihîsin, nas bikin." Ew bi van gotinan îfade dike ku bextewer e beşdarî vê meşê bûye.

BI KOBANÊ RE NAS KIR

Lola Ginesta dibêje, malbata wê jî tevgera azadiyê ya miletê Kurd nas dikir: "Ew di kanalên televizyonê yên Katalanyayê de li wan dinihêrin. Helwêsta wan jî erênî ye. Destekê didin Kurdan.” Ew bi xwe di dema Berxwedana Kobanê de Tevgera Azadiyê nas dike, yanî salên 2014 û 2015’an: “Li bajarê ez lê komeke piştgiriyê hat damezrandin. Min jî bi xêra wê komê hêdî hêdî nas kir."

KOKA ŞOREŞÊ AZADIYA JINÊ YE

Ew dibêje, jinên di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdan de hêzê digire: "Heger em ê bi rastî şoreşê bikin, ev ê bi pêşengiya jinan bibe. Li Ewrûpayê gelek avahî û rêxistinên femînîst hene, lê pirsgirêka pêşengiyê heye. Jinên Kurd civakîbûnê rasttir û cuda terîf dikin."

ZANISTA JINÊ CAZIB E

Lola Ginesta hewl daye jineolojiyê nas bike û li ser wê hin tişt xwendine: "Nû nas dikim, lê gelekî bala min dikişîne. Hebûna zanista jinê û pêhisîn balkêş e. Ev jî ji bo ku ez têkoşînê dewam dikim her roj dibe rênîşander. Em bi hev re têbikoşin em ê bivê nevê bi ser kevin. Para bêhtir em difikirin ku em nikarin tiştekî bikin. Lê belê mirovên li dinyayê têdikoşin, şer dikin nîşanî me didin ku têkoşîn mumkin e. Em dikarin ji wan fêr bibin. Em dikarin li ser rewşa xwe, rê û rêbazên vê têkoşînê bihizirin û mumkinbûna têkoşîna xwe nîşan bidin."

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA