Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê li ber şaredariya bajarê Lîmasolê ji bo balê bikişîne ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd, çalakiya rûniştinê ya 3 rojan da destpêkirin.
Çalakgerên ku îro li ber Şaredariya Lîmasolê çalakî dan destpêkirin, bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi zimanê Kurdî, Îngîlîzî û Yewnanî berzkirin.
Li qada çalakiyê bi sedan belavok bi mijara tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, hatin belavkirin.
Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Fatma Dogan di çalakiyê de axivî. Dogan got, “Azadiya Rêber Ocalan sedema hebûna me ye. Divê tu kes li ser azadî û hebûna me bazariyê neke."
Dogan, piştî axaftinê agahiya ku çalakiya rûniştinê wê 3 rojan berdewam bike da.