Lîderê berê yê Partiya Çepgir ê Swêdê destek da Leyla Guven

Lîderê berê yê Partiya Çepgir a Swêdê Lars Ohly got, ''Em destekê didine Leyla Guven, ku ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe têdikoşe.''

Lars Ohly ku 2004-2012'an Seroktiya Giştî ya Partiya Çepgir a Swêdê dikir, diyar kir, ew destekê didin Leyla Guven û girtiyên din ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, têdikoşin.

Ohly ku axaftina xwe di vîdeoyekê de tomar kir, bi bîr xist ku  Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ev salake rehîn e û ev 77 roj in di greva birçîbûnê de ye û xwest ku her kes destekê bide Guven.

'DIVÊ HER KES DESTEKÊ BIDE GUVEN'

Ohly got, ''Ji bo vê jî, greva birçîbûnê li dijî bipêkirina mafê mirovan ên li Tirkiyê û li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan e'' û diyar kir, grevên birçîbûnê bi wê mebestê ne ku tê xwestin Tirkiye were demokratîkkirin û pêşî lê were girtin ku Tirkiye zêdetir nebe dewleteke faşîstir.

Ohly got girîng e ku destek ji bo Guven û gelê Kurd were nîşandan, bang li her kesî kir ku destekê bidin Guven.