BI DÎMEN

Li Zurîhê li dijî qetilkirina jinan çalakî hat lidarxistin

Nî Una Menos bi wesîleya 5’emîn salvegera damezrandina xwe li Swîsreyê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de rejîma Îranê ya ku cezayê darvekirinê li aktivîstên jin biriye û dewleta Tirk a dagirker a ku rojnamevanên jin qetil kir, hatin şermezarkirin.

Kolektîfa Ni Una Menosê (Em ê Yek Din Kêm Nebin) ku rêxistineke femînîst a li Swîsreyê li dijî kuştina jinan bi awayekî aktîf dixebite, bi wesîleya 5’emîn salvegera damezrandina xwe li bajarê Zurîh ê Swîsreyê çalakî li dar xist.

Jinên ku li Qada Helvetyayê hatin cem hev ji bo temsîla jinên hatin qetilkirin pêlav, cil û bergên jinan pêşandan.

Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku mexdûrên pergala kapîtalîst, baviksalarî û nijadperestî jin in û li Swîsreyê her ji du hefteyan jinek bi tundiya mêr tê qetilkirin. Di çalakiyê de jiyana jinên ku di encama tundiya baviksalarî de hatin qetilkirin hatin parvekirin.

Endamên Meclîsa Jin a Berîtan ku di nava Kolektîfa Nî Una Menos de cih digirin, wêneyên rojnamevanên Kurd Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Silêmaniyê hatin qetilkirin hilgirtin.

Meclîsa Jin a Berîtan daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê hat xwestin ku cezayên darvekirinê yên rejîma Îranê yên li dijî rojnamevanên jin ên Kurd Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî di zûtirîn demê de bên rakirin û serbest bên berdan.

Di çarçoveya 5’emîn salvegera Kolektîfa Ni Una Menosê de ji bo balê bikişînin ser komkujiyên jinan di 30'ê Tebaxê de li Lozanê, di 31'ê Tebaxê de li Bîelê, di 1'ê Îlonê de li Zurîhê gerên bisîkletê wê bên organîzekirin.