Li Zurîhê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hate danîn

Endamên TCŞ û TêkoJIN’ê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê di çarçoveya 4’ê Nîsanê de stand danîn û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kirin.

4’Ê NÎSANÊ

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa pirtûkan danîn.

Ciwan ji bo pirtûkên Abdullah Ocalan bi xelkê Zurîhê bidin nasîn, çalakî lidar xistin. Ciwanan ji pirtûkê nirxandinên têkildarî ‘jina azad û mêrê azad’ xwendin.

Her wiha têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afîş jî hatin belavkirin. Ciwanan di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de 4’ê Nîsanê pîroz bikin.

Çalakiya xwendina pirtûkan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna Te Pîroz Be Ey Serok” bi dawî bû.