Li Zurîhê Forûma Demokrasî û Azadiyê

Li Zurîha paytexta Swîsreyê, bi banga 44 rewşenbîr û siyasetmedaran Forûma Demokrasî û Azadiyê tê lidarxistin.

Di çarçoveya biryarên “Konferansa Demokrasî û Azadiyê ya Duyemîn“ li Berlîna paytexta Elmanyayê hat lidarxistin de, bi banga 44 rewşenbîr û siyasetmedarên li Swîsreyê dijîn li Kantona Zurîhê “Forûma Demokrasî û Azadiyê“ tê lidarxistin. Kurd, Sûryan, Ermen, Êzidî û Elewiyên li Swîsreyê dijîn, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên cur bi curt ev li forûmê bûn. Konferansa Demokrasî û Azadiyê ya yekemîn 21-22’ê Îlona 2019’an, a duduyan jî 5-6’ê Adara 2022’yan hatibûn lidarxistin.

Forûm bi dirûşma “Em banga ji bo pêşerojê dikin“ bi nîşandan sînevîzyonê dest pê kir. Nivîskar Elîf Yildirim û siyasetmedarê Kurd Necdet Atalay moderatoriya forûmê kir. Forûm bi sê rûniştinan pêk hat. Di rûniştina ewil de Profesor Neşe Ozgen û Rojnamevan Can Dundar, li ser niqaş û biryarên li Berlînê bi kurtî axivîn.

Profesor Neşe Ozgen destnîşan kir ku li ser kirinên berê niqaş hatine kirin lê di mijara nîqaşkirina pêşerojê de kêmasî hene û banga tevlêbûna forûma li beşdaran kir.

Bi pişt re rojnamevan û nivîskar Can Dundar, bal kişand bi ser wê yekê de ku kes û kûsên cuda tev li konferansa li Berlînê bûne û diyar kir ku beşdar wêneyê êşa li Tirkiyeyê ne û ev tişt anîn ziman: ‘’Divê em nasnameya xwe bidin aliyekî û xwe bidin ser êşên me dikin yek. Divê em bibin yek û serî bi van êşan re derbixin.“

Di rûniştina duduyan de jî li ser mijara “Avakirina ji nû ve“ hat axaftin.

Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû bi vîdeo konferansê tev li forûmê bû û got: “Ji bo aştî û demokrasiya di nav pergala parlamenter a Tirkiyeyê de divê her kes çarçoveyeke berbiçav pêşkêş bike.“

Hiqûqnas Mahmût Şakar jî diyar kir ku binesaziyeke ku desthilatdariya AKP’ê jê pêk tê heye, heke AKP biçe divê hêmanên binesaziya wê jî ji holê werin rakirin û derbirî ku pirsgirêka herî giring a Tirkiyeyê şer e, ji bo bidawîkirina şer divê pêşniyazên berbiçav hebin.

Endama Meclîsa Federal a Swîsreyê Sîbel Arslan jî îşaret bi wê yekê kir ku ji bo guherîna siyasî ya li Tirkiyeyê mirov dikare sûdê ji zemînê siyasî yê li Swîsreyê bigire.

Elbert Shleyman ê li ser navê Yekîtiya Suryanên li Ewropayê axivî jî û go: “Dewleta Tirk qetilamên nû li yên Osmaniyan zêde dike û ji bo avakirina ji nû ve divê êşên gelan kişandine neyên jibîrkirin.“

Ji bo xwarina nîvro navber hat dayîn. Piştî navberê wê beşa “Rêya çareseriyê“ yê forûmê were niqaşkirin.