Li Zurîchê çalakiya nobedê ya ji bo grevên birçîbûnê

Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, ji bo piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re were dayin, çalakiya nobedê dest pê kir.

Çalakiya nobedê bi pêşengiya Komîteya Pira Biratiyê ya Zurîch-Amedê û Meclîsa Jinê ya Bêrîtan ve tê kirin. Çalakî li ber dêra St. Jakopê pêk tê û wê hefteyekê dewam bike.

Çalakiya nobedê danê êvarê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. Girseya gel pankarta bi nivîsa "Tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bikin" li ber deriyê dêra St. Jakopê vekirin û konê ji wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê vedan. Kon wê heta hefteyekê li hewşa dêrê vekirî be.

Maya Hess bi navê Komîteya Pira Biratiyê ya Zurîch-Amedê axivî û got, "Yekane şertê pêkhatina zemînê aştî û demokrasiyê li Tirkiyeyê, bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan e."

Hess bal kişand ser girîngiya çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdawî û bê dorveger.

Bi navê Komîteya Çalakiyê bang li Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku hefteyekê bên serdana çalakiya nobedê û piştgiriyê bidin wan.

Çalakiya nobedê li ber dêra St. Jakopê pêk tê û hefteyekê her roj saet ji 18'an û pê ve serdana çalakiyê dikare bê kirin.