Li Zanîngeheke Parîsê xwendekarên Kurd ji bo Rojava çalakî kirin

Xwendekarên Kurd li zanîngehek paytexta Fransa Parîsê ji bo protestokirina êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên û piştevaniya bi Rojava re di dema waneyê de çalakiyek kirin.

Endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) bi çarçoveya pêngava ‘Nehêle’ çalaki kirin.

Xwendekarên Kurd ji bo balê bikişînin ser êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Rojava li Zanîngeha Saînt-Denis a li Prasîê dema waneyê çalakiyeke protestoyê kirin.

Ciwanan di waneyê de pankarta bi nivîsa ‘Rê nede dagirkirina Erdogan a li Rojava’ û alên YPG/YPJ’ê hildan. Ciwanan bûyerên li Rojava rû didin vegotin û banga hestyariyê kirin.

Di çalakiyê de ciwanan belavokên têkildarî êrîşên qirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê belavkirin û bi dirûşma ‘Her der Rojava her der berxwedan’ dawî li çalakiya xwe anî.