Li Zanîngeha Bîelefeldê çalakiyek hate kirin

YXK û JXK li waneyên Zanîngeha Bîelefeldê êrîşên qirker û faşîst ên dewleta Tirk a li ser Rojava protesto bikin çalakiyek kirin.

Ciwanên li ser banga Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) di saetên danê nîvroyê de kom bûn, li waneyên zanista hiqûq û siyasetê ya Zanîngeha Bîelefeldê çalakiyek kirin.

Ciwanên ketin waneyan pankartên bi nivîsa ‘Ji bo Rojava rabe ser piyan’ û ‘Rojava biparêze’ belavok xwendin.

Di belvokan de bal kişandine ser êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bang li ciwanên Elman hate kirin ku hestyar bin.

Ciwanên ku 5 deqeyen di waneyan de man, xwendekaran jî bi çepikan piştevaniya wan kir.