Li Zanîngeha Bîelefeldê ji bo balê bikişînin ser Ocalan pankartek hate hildan

Li Zanîngeha Bîelefeld a bi hezaran xwendekarên Kurd lê dixwîne, ciwanên Kurd ji bo balê bikişîne ser rewaş Ocalan pankartek hildan.

Xwendekarên Jin ên Kurdistanê (JXK) ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî li Zanîngeha Bîelefeld pankarta hildan.

Li salona giştî ya zanîngehê pankarta bi nivîsa ‘Heqîqet eşq e, eşq jî jiyana azad e. Ji Ocalan re azadî’ hate hildan, banga piştevaniya bi Rojava re kir.

Di dema çalakiyê de gelek xwendekaran li ser rewş Ocalan agahî parve kirin. JXK a daxuyaniyek da, daxwaz ji CPT’ê kir ku demildest bikeve tevgerê.