Li Yewnanistanê Zîlan hate bibîranîn

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê Zeynep Kinaci (Zîlan) hate bibîranîn. Di merasîmê de hate diyar kirin ku xeta berxwedanê ya Zîlan ji aliyê jinên Kurd ve tê domandin.

Zeynep Kinaci (Zîlan) ku sala 1996’an li Dersimê çalakiya fedayî pêk anîbû, li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê hate bibîranîn. Li kampa Lavrîo yê wêneyê şehîd Zîlan, Ocalan û alayên PKK’ê hate daliqadin. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Ji aliyê endamên Meclîsa Gel a Yewnanistanê ve axaftin hatin kirin û hate gotin ku xeta berxwedanê ya şehîd Zîlan ji aliyê jinên Kurd ve tê domandin. Di merasîmê de bê navber dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ hate berzkirin. Nameya Zîlan a beriya çalakiyê nivîsandibû hate xwendin. Piştre ji aliyê jinan ve helbest hate xwendin.

Merasîm bi nîşandana sînevîzyona ku qala têkoşîna jina Kurd dike bidawî bû.