Li Yekîtiya Ewropayê hejmara bêkaran a beriya krîza aboriyê

Li Yekîtiya Ewropayê (YE) û Herêma Euroyê, meha Sibatê rêjeya bêkariyê di nava 12 salên dawî de li asta herî nizm bû. Lê belê vîrûsa koronayê ku bû sedema krîza aboriyê, dawî li vê rewşê anî.

Li gorî daneyên dawî yên saziya statîstîkan a Yekîtiya Ewropayê Eûrostat, li tevahiya Yekîtiya Ewropayê di meha Sibatê de rêjeya bêkariyê 6.5 bû. Li tevahiya yekîtiyê hejmara bêkaran meha Çileyê bi 62 hezar kesî kêm bû daket 13 milyon û 984 kesî.

Li 20 welatên Yekîtiya Ewropayê ku pereyê xwe Euro ye (Herêma Euro) hejmara bêkaran bi 88 hezar kesî kêm bû û daket 12 milyon û 47 hezar kesî.

Ji aliyê rêjeyî ve bêkarî di meha Çileyê de 7.4 ji sedî, meha Sibatê jî 7.3 ji sedî bû. Li gorî daneyên Eurostatê, ji Adara 2008'an û vir ve rêjeya herî nizm a bêkariyê bû.

HEJMARA HERÎ DAWÎ YA ERÊNÎ YA PIŞTÎ KRÎZA COVÎD-19

Lê belê hem li Herêma Euro hem jî li tevahiya Yekîtiya Ewropayê rêjeya bêkariyê ji nû ve zêde dibe.

Ji ber tevdîrên karantînayê yên ji ber Covîd-19 bi dehan milyon karker wê ji alîkariya bêkariya kurt a demkî sûdê werbigirin.

Tenê li Fransayê li sektora taybet 6 milyon karker wê ji alîkariya bêkariya demkî sûdê werbigirin.

Li Elmanyayê ku mezintirîn aboriya Yekîtiya Ewropa û Euro ye, nîv milyon şîrketî ji bo 2 milyon karkerên xwe serî li alîkariya bêkariya kurt dan. Ji bo şîrketên serî li vê alîkariyê didin, şert hatibû danîn ku karkeran ji kar dernexînin.

LI GORÎ ASTA KRÎZA ABORIYÊ DIBE KU BÊKARÎ ZÊDE BIBE

Ji ber krîza bi bandora Covîd-19 rû da, dibe ku aborî heta dawiya salê bi rêjeya 3 ji sedî biçûk bibe. Tê texmînkirin ku ev yek jî dikare bibe sedem, alîkariya dewletê ya ji bo demkurt tê dayin ji bo dema navîn nikaribe bê dewamkirin.