Li Wûppertal û Aachenê ji bo Guven çalakî hatin kirin

Li bajarên Elmanya Wûppertal û Aachenê ji bo Leyla Guven a ku ev 68 roj e di greva birçîbûnê de ye çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de berxwedana Leyla Guven hate silav kirin.

Li bajarê Elmanya Wûppertalê ji aliyê Meclîsa Jinan a Viyan ya Wûppertalê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Wûppertalê ji bo piştevaniya bi Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, grevên birçîbûnê yên li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê çalakî hate lidarxisitn. MLPD û Forma Lînke piştgirî dan çalakiyê.

Çalakî saet 17:00’an li Wûppertal City Arkadan ji bo bîranîna şehîdên Kurdistan û cîhanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê li ser navê Meclîsa Jinan a Viyan ya Wûppertalê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Wûppertalê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de banga xwedîderketinê li çalakiyên ji bo ewlehî, tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe!”, “Biji Serok Apo!”, “Jin, jiyan, azadî!” hatin berzkirin. Li aliyê din pankart û dovîzên li ser nivîsên “Leyla Guven daxwaza aşitiyê dike”, “Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd rabe” û “Faşîzmê bihevre rawestînin” hatin rakirin.

Di çalakiyê de gelek belavokên agahdar kirinê hatin belavkirin û çalakî saet 18:00’an bi dawî bû.

AACHEN

Li bajarê Aachenê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Deniz Firat saet 17:00’an li Elîsenbrûnneê ji bo berxwedana Leyla Guvenê mîtîngek hate lidarxisitn.

Mîtîng bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku daxwazên Leyla Guven daxwazên gelê Kurd e.

Di çalakiyê de belavok hatin xwendin û hatin belavkirin.