Li Viyanayê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

Li Viyanayê ya ku paytexta Evûstûryayê ye Yekîtiya Hêza Şoreşger şehîdên meha Gulanê bi bîr anî.

Bibîranîn li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Viyanayê hate kirin.

Çalakî bi rêzgirtina di şexsê şehîdên meha Gulanê û Endamê Desteya Rêveber a HBDH’ê Sînan Dêrsim de hate destpêkirin.

Di bîranînê de pêşengê komunîst Îbrahîm Kaypakkaya, kadroyên pêşeng ên PKK’ê Hakî Karer, Mehmet Karasûngûr û Sînan Dêrsim ê ku di êrîşa hewayî de şehîd bûbû, hatin bîranîn.

Di çalakiya bîranînê de qala girîngiya şehîdên meha Gulanê hate kirin û sînevîzyon hate nîşandan.