Li Viyanayê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Li Viyanayê şehîdê meha Gulanê hatin bibîranîn.

Li Viyanayê ya ku  paytexta Ewusturalyayê ye, şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Di axaftinên li çalakiya bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hatî de, di serî de êrîşên dewleta Tirk a li dijî goristanên gerilayan, desteserkirina şaredariyên HDP’ê, destgîrkirina hevserokên şaredariyan, êrîşên li dijî saziyên jinan hatin şermezarkirin û bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan.
Bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê domiya.
Di axaftinên bîranînê de dan diyar kirin ku PKK bi saya mîrateya nifşê 68'an Denîzan, Mahîran, Îbrahîm Kaypakkaya gihiştiye vê rojê.
Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.