Li Viyanayê şahiya piştgiriya bi Partiya Çepên Kesk re
Ji bo piştgiriya bi Partiya Çepên Kesk re li paytexta Awûstûrya Viyanayê şahiyek hate lidarxistin.
Ji bo piştgiriya bi Partiya Çepên Kesk re li paytexta Awûstûrya Viyanayê şahiyek hate lidarxistin.
Ji bo hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê yên li Tirkiyeyê demeke kurt ma. Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji bo piştgiriya bi Partiya Çepên Kesk re şahiyek hate lidaxistin.
Di şahiyê d li ser girîngiya hilbijartinê axaftin hatin kirin û ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû bang li hilbijêran hate kirin ku dengê xwe bidin.
Ji Partiya Keskan a Awûstûryayê Heîdî Seqûenz jî li şahiyê axivî û got, "Her dengek dikare welêt bi temamî biguherîne." Seqûenz ragihand ku ji bo şopandina hilbijartinê ew ê biçe Amedê.
Di şahiyê de Mîkaîl Aslan, Şerîf Omerî, Delîl Xidir, Koma Rojava û Hamîd derkevin ser dikê. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.