BI DÎMEN

Li Viyanayê 'Herêma Ewle ya ji bo Demokrasiyê'

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li ber Sefaretxaneya Tirk a li Viyanayê bi rengekî sembolîk 'Herêma Ewle ya ji bo Demokrasiyê' hate avakirin.

ÇALAKIYA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO'yê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi sembolîk 'Herêma Ewle ya ji bo Demokrasiyê' hate avakirin.

Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên ku bi bahaneya 'Herêma Ewle' dike, hatin şermezarkirin.

Çalakger serê sibehê li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk li hev kom bûn û dirûşmên "Piştevanî niha" qîriyan.

Çalakgeran xwestin bi nûnerên Kurd ên li Rojava re diyalog bê danîn û êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a li Sûriyeyê bê rawestandin, daxwazên gelê Kurd bêne qebûlkirin û di serî de Awûstûrya welatên rojavayî dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.