BI DÎMEN

Li Viyanayê cemiya Xizir: Divê her kes bibe Xizir

Li paytexta Viyanayê Elewiyan rojiyên Xizir a ji bo 3 rojan, bi cema ku ji aliyê FEDA’yê ve hatî organîzekirin, bi dawî kirin. Pîr Huseyîn got: “Divê li dijî zilmê her kes bibe Xizirê her kesî.”

Meha Xizir di nîva meha Çileyê de destpê dike û heta nîva meha Sibatê didome. Di vê demê de Elewî rojiya Xizir a ji bo 3 rojan, piranî di hefteya duyem a meha Sibatê de pîroz dikin. Bi vê wesîleyê li paytexta Awûstûrya Viyanayê Elewî di saetên şevê de hatin ba hev û cem girtin.

Merasîm her sal ji aliyê Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) ve li Viyanayê tê organîzekirin. Gelek Elewî beşdarî merasîmê bûn. Pîr Huseyîn cem meşand.

Pîr Huseyîn piştî ku razîbûna her kesî girt, dest bi cemê kir.

Pîr Huseyîn ev tişt diyar kirin: “Xizir timî alîgirê mazlûman e, alîkariyê dide her kesê ku ketiye tengasiyê. Hingî ku tu Xizir di hundirê xwe de hîs bikî, ew ê alîkariyê bide te. Xizir ne tenê kesekî rûspî ye; hêza di hundirê te de ye û hîs e. Xizir her kes e, Xizir tu yî. Em hemû zilma hikûmeta îro dizanin. Hewl tê dayîn ku ol, bawerî, çand, hebûn û cewhera me bê tunekirin. Divê her kes bibe Xizirê her kesî.”

Piştî duayên hatin kirin, cem bi dawî bû.