Li Viyanayê avêtin ser 18 cihan, 14 kes destgîrkirin

Piştî êrîşa bi çek a 2’yê Mijdarê ya li paytexta Avûstûrya Viyanayê û şûnde polîsan avêtin ser 18 navnîşanan, 14 kes jî destgîrkirin.

Li gorî polîsên Avûstûryayî li 6 cihan êrîş pêk hatine. Serokwezîr Sebastîan Kûrz got: “Êrîşa terorîstî ya qirêj.”

Di êrîşê de 3 kes mirin, qurbanê yekem yek ji kesên li ser rê diçû bû, ya duyemîn jî jinek bû.

Serokê Şaredariya Viyana diyar kir ku 6 jê giran bi giştî 14 kes birîndar in û rakirine nexweşxaneyê.

Yek ji êrîşkaran ji aliyê polîsan ve hat kuştin, Wezîrê Karê Hundir Karl Nehammer di rewşa heyî de ji bo êrîşkarê duyemîn ti şopek nedîtine.

Hikûmeta Avûstûrya diyar kir ku êrîşkarê hate kuştin 20 salî ye û ji Bakurê Makadonyayê û welatiyê Evûtûryayê ye. Hete ragihandin ku sala 2019’an hewl dabû ku biçe Sûriyeyê ji bo wê hatibû mehkûmkirin. Hikûmetê ragihand ku êrîşkar sampatîzanê DAÎŞ’ê ye.

Li gorî Wezîrê Karê Hundir êrîşkarê bi navê Kûjtîm F ji ber hewldana ku tevlîbûna nava refên çeteyên DAÎŞ’ê 22 mehan mehkûmî girtîgehê hatibû kirin.

Wezîr destnîşan kir ku êrîşkarê ku tevlî bernameya ji redîkalbûnê li wî dihate gerîn û piştre jî hatiye berdan. Diyar kir ku êrîşkar bernameya mijara gotinê ‘xwe jê rizgarkiriye’.