Li Vîllîers-le-Belê ji ciwanên Kurd meşa 4’ê Nîsanê

Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li taxa Vîllîers-le-Bel a herêma Parîsê ya Fransayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber Apo çalakî hate lidarxistin.

Bi pêşengiya tevgera ciwanên Kurd TCŞ'ê meşek hate lidarxistin. Di meşê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin û têkoşîna gelê Wanê ya piştî hilbijartinên xwecihî hate silavkirin.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmeya;  ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd hate daxwazkirin.

Ciwanan di meşê de daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de dan zanîn ku ew bi biryar in ku heya azadiya Abdullah Ocalan were misogerkirin, li ber xwe bidin.