Li Villiers Le Belê êrîşên qirkirinê hatin protestokirin
Li banlîyoya Villiers Le Belê ya Parisê, êrîşên qirkirinê bi meşekê hat protestokirin û banga tevlêbûna meşa wê roja şemiyê ji bo Rojava bê lidarxistin hat kirin.
Li banlîyoya Villiers Le Belê ya Parisê, êrîşên qirkirinê bi meşekê hat protestokirin û banga tevlêbûna meşa wê roja şemiyê ji bo Rojava bê lidarxistin hat kirin.
Li banliyoya Villiers Le Belê ya paytexta Fransayê Parisê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên hov yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hat lidarxistin. Meş bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Evîn Goyî û Tevgera Ciwanên Şoreşger hat organîzekirin û gel li pêşiya gara Villiers Le Belê kom bû.
Gel bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana Minbicê" û "Jin, Jiyan, Azadî" heta Navenda Civaka Kurd a Demokratîk meşiya. Li vir daxuyanî hat dayîn û hat gotin: “Dewleta qirker a Tirk û çeteyên girêdayî wê yên DAÎŞ’ê ji 25’ê Mijdarê heta niha êrîşî Rojava dikin. Em ji 25’ê Mijdarê ve ketine pêvajoya çalakiyên bêyî navber. Heta ku êrîşên li ser Şoreşa Rojavayê bidomin, em ê jî berxwedana xwe bêyî navber bidomînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû Kurdistaniyên li Paris û derdora wê hat kirin ku ji bo xwedîlêderketina Rojava, roja şemiyê (14 Mijdar) beşdarî çalakiya li Gare Du Nordê bibin.