Li Vîllîers-le-Bel’ê şehîd Sara û Bîşeng hatin bîranîn

Li banliyoya Vîllîers-Le-Bel a Parîsê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo şehîd Sara Hogir Riha û Bîşeng Brûsk çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Li Banliyoya Vîllîers-Le-Bel a Parîsê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) çalakiyek bîranînê ji bo şehîd Sara Hogir Riha û Bîşeng Brûsk hate lidar xistin. Çalakiya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. 

Di axaftina li ser navê TCŞ’ê de hat gotin, “Xwedîderketina li şehîdan, li gorî armanca wan jiyîn, bêhn girtin û sekn raberkirin e. Şehîd bandorek giran li ser mirovan ava dike. Sekna mirovan xurt dike.”

Hate diyar kirin ku her du şehîd stûn û rênîşên Tevgera ciwanan e. Her wiha hate gotin ku şehîdan ji bo mezinkirina ramanên Apoyî û pêşxistina Tevgera Azadiyê kedên mezin dane.

Di axaftina li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan de hat gotin, "Îro wezîfeya me ye ku em layiqî wan bin. Divê em bibin rêwîyekî rêya wan. Bi taybetî hevrêyên wan ên ciwan, divê têkoşîna herî mezin bidin da ku bîranîn û armanca wan mezin bikin."

Piştî axaftinan sînevziyonek li ser jiyana şehîdan hate pêşandan. Piştî sînevîzyonê gelek caran dirûşmên mîna "Şehîd Namirîn", "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.

Di axaftina li ser navê Ciwanên Kurdistanê yên li Fransa (CKF-Ciwanên Kurdistan/Fransa) de hat destnîşankirin ku şehîd Sara û Bîşeng ew ciwanên ku li çar parçeyên Kurdistanê pêşengiya têkoşînek bê navber kirine. Her wiha hate diyar kirin ku her du şehîdan erkên xwe ya ku têkoşîna azadiyê bigihînin encameke serkeftî, bi awayekî serkeftî bi cih anîne. 

Di axaftinê de hat gotin, "Ji bo em layiqî her du hevrêyan bin em soz didin ku em ê hewl bidin hemû erkên xwe bi awayekî rast bi cih bînin."