Li Ulm’ê daxwaza azadiya Muslum Elma hate kirin

Ji bo azadiya Muslum Elma li bajarê Elmanya Ulm’ê çalakiyek hate lidarxistin.

Li bajarê Ulmê yê Elmanyayê bi çalakiyekê daxwaza azadiya Musum Elma hate kirin ku zêdetirî 4 sal in bi awayekî bêhiqûqî ji ‘Doza Komuister Munihê” girtiye.

Di çarçoveya ‘Kampanyaya Azadiya Muslum Elma’ ku ji aliyê Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Ewropayê ve hatibû destpê kirin li navenda bazara Ulm’ê kon hate danîn. AGİF, ADHK, KON-MED, SYKP û MLPD beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de merşa ‘Girtî Partîzan’ ya ji aliyê Grup Haykiriş ve ji bo Muslum Elma hatiye çêkirin hate guhdarkirin.

Piştre li ser navê MLPD’ê axaftin hate kirin û çalakî bi strana Çav Bella bidawî bû.