Li Toulouse banga ‘Rojava biparêzin’ hat kirin

Li Toulouse bi mîtîngekî berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate silavkirin û peyamên piştevaniyê hatin dayîn.

Li bajarê Toulouse yê Fransayê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya metroya Jean-Jauresê bi mîtîngekî hate protestokirin.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û dirûşmeyên “Rojava biparêze” hatin berzkirin. Di çalakiyê de flamayên YPG-YPJ û posterên Rêber Apo hatin hilgirtin û peyamên silavkirin û xwedîderketina li gelê Rojava hatin dayîn. Her wiha danezana Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) hate xwendin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.