Li Torontoyê qirkirina Êzidiyan hate bîranîn
Kurdên li bajarê Torontoyê yê Kanadayê dijîn bi wesîleya salvegera 8’emîn a Qirkirina Êzidiyan çalakiyeke bîranînê li dar xistin.
Komuna Jinan a Sara Ozgur û Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê li xaçerêka Keele-Wîlsonê çalakiyeke bîranînê li dar xist.
Di bîranînê de cangoriyên Fermana Êzidiyan a di 3’ê Tebaxa 2014’an de hate bîranîn. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên YPG, YPJ, HPG, YBŞ û PKK’ê hatin hildan.
Di çalakiyê de xwedî li berxwedana Şengalê hate derketin û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate şermezarkirin. Di çalakiyê de bi sedan broşurên agahdarkirinê hatin belavkirin.
Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê diyar kir gefa li ser Şengalê hê jî didome û got “Mêtingeriya Tirk gef û êrîşên xwe yên wekî yên DAÎŞ’ê didomîne.”
Çalakî bi rêzgirtina cangoriyên qirkirinê û şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi dawî bû.