BI DÎMEN

Li Torontoyê Newroz hat pîrozkirin: Azadiya Rêber Apo azadiya me ye

Di pîrozbahiya Newroza li Toronto ya Kanadayê de banga dîrokî ya Rêber Apo hat silavkirin.

LI TORONTOYÊ CEJNA NEWROZÊ

Bi pêşengiya ciwanên Kurd li bajarê Toronto yê Kanadayê Newroz hat pîrozkirin. Ciwan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li hev civiyan û bi fîşekên hewayî û pêxistina agir Newroz pîroz kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd axaftin hat kirin û hat diyarkirin ku gelê Kurd li ku derê cîhanê dibe bila bibe her tim nirxên xwe diparêze. Di axaftinê de Rêber Apo hat silavkirin û wiha hat gotin, "Paradîgmaya Rêber Apo bi me da hînkirin ku Newroz rêya şiyarbûn, serhildan, berxwedan û serketinê ye. Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e." Di axaftinê de hat destnîşankirin ku ew ê xwedî li banga Rêber Apo derkevin.

Pîrozbahiya Newrozê ya navendî ya li Kanadayê wê di 23'ê Adarê de bê lidarxistin.

Agahiyên der barê pîrozbahiya navendî de wiha ne;
Dîrok: 23’ê Adara 2025 
Saet: 15:00 (li gorî dema Torontoyê)
Navnîşan: 2638 Steeles Ave. E. Brampton-Toronto