BI DÎMEN

Li Torontoyê li dijî tecrîdê û desteserkirina vîna gel, çalakî hate lidarxistin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, çalakî hate lidarxistin.

ÇALAKIYA LI DIJÎ TECRÎDÊ Û DESTESERKIRINA ŞAREDARIYÊ

Civaka Kurd li bajarê Toronto yê Kanadayê meşek lidar xist. Çalakî roja Yekşemê 9’ê Hezîranê li Kolana Yonge-Bloor destpê kir û heta Meydana Dundas berdewam kir. Çalakî ji bo garantîkirina statu û rastiya Kurd û Kurdistanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgirîkirina girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê hate lidarxistin. Beşdarên meşê ji bo piştgiriyê bidin girtiyên di greva birçîbûnê de ne, li dijî Doza Kobanê û desteserkirina Şaredariyan dengê xwe bilind kirin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên, "Free free Kurdistan", "Free free Rojava", "Freedom for Ocalan", "Freedom for Kurdistan" û "Turkey stop killing Kurds, Bijî berxwedana gelê Kurd" hatin berzkirin.

Meş di atmosfereke bi coş de bi dirûşme û muzîkê dewam kir. Di daxuyaniya çapemeniyê ya li Qada Dundas de hate dayîn, hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û hemû girtiyên siyasî jî bên berdan. Her wiha hat destnîşankirin ku divê hemû siyasetmedar bi taybetî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên ku ji ber biryarên neqanûnî yên Doza Kûmpasê ya Kobanê di girtîgehê de ne, bên berdan. Hat diyarkirin ku divê demildest desteserkirina li ser Şaredariya Colemêrgê tavilê bê rakirin û rêz li vîna gel bê girtin. Di daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî jî kirin ku li dijî van bêhiqûqiyan bêdeng nemînin.

Meş bi dayîna peyama hevgirtin û berxwedanê ya civaka Kurd û alîgirên wan ên li Torontoyê, bi dawî bû.