Çalakiyên piştgiriyê yên ji bo Hevseorka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementer Partiya Demokratîk a Gelan a HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven her diçe belav û xurt dibe. Bi heman armancê li bajarê Toronto yê Kanadayê Kurdistaniyan li avahiya CBC Newsê çalakiyek kirin.
Kurdistaniyan li bajarê Toronto yê Kanadayê ji bo balê bikişînin ser tenduristiya Leyla Guven ketin avahiya CBC Newsê çalakiye kirin. Çalakiya bi şêwazê çalakiya rûniştinê hate kirin, dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Ji bo Leyla Guven Azadî’ hatin qîrkirin.
Çalakvanên ku bi rayedarên T V re civiyan, dosyayek pêşkêş kirin.