BI DÎMEN

Li Tişrînê dema îmhakirina sîstema radara leşkerî ya Tirk

Hêzên Leşkerî yên Minbicê ku li xeta parastinê ya herêma Bendava Tişrînê ne, sîstemeke radara leşkerî ya dewleta Tirk îmha kirin.

Dewleta Tirk a dagirker plana wê yekê dike ku ji Bendava Tişrînê êrîşî Kobanê bike. Dewleta Tirk li gel balafirên keşfê hêzeke mezin ber bi eniya Tişrînê ve kişand û çeteyên wê yên SMO jî bi çekên giran êrîş kirin.

Dagirkeran doh hewl dan ji sê baskan ve êrîşî Bendava Tişrînê bikin û bi tank û panzeran bi pêş ve biçin. Dagirker li berxwedana şervanên QSD, YPJ û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê qelibîn ku herêmê diparêzin. Di encama bersiva xurt a hêzên azadiyê de zêdeyî 100 çete hatin kuştin.

Hêzên Leşkerî yên Minbicê ku li xeta parastinê ya herêma Bendava Tişrînê ne, sîstemeke radara leşkerî ya dewleta Tirk îmha kirin. Vaye dîmenê bûyerê...