Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (SMO) bi rojan e êrîşî herêma Bendava Tişrînê dikin. Çeteyên SMO yên dewleta Tirk a dagirker ji bejahiyê ve êrîşên dagirkeriyê pêk tînin û dewleta Tirk a dagirker jî bi balafirên bêmirov ji hewayê êrîşên dagirkeriyê pêk tînin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û YPJ’ê bersivên tund didin êrîşan. Heta niha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bendava Tişrînê tu pêşketinekê bi dest nexistine. Di encama bersivdayîna bi bandor û xurt a hêzên QSD û YPJ’ê de zêdeyî 100 çete hatin kuştin.
Cenazeyê çeteyekî ku hat kuştin kete destê hêzên QSD’ê. Nasnameya li ser çete hate bidestxistin careke din têkiliya dewleta Tirk a dagirker û çeteyan raxist ber çavan.
Nasnameya Parastina Demkî ya Walîtiya Hatayê ya Wezareta Karên Hundir a Tirk li ser çeteyê bi navê Melîk Erabî yê hat kuştin hat dîtin. Çeteyê dewleta Tirk a dagirker a bi navê Melîk Erabî bi vê nasnameya di bêrîka xwe de beşdarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê bû. Çete di pevçûnên îro danê êvarê de ji hêla hêzên QSD’ê ve hat kuştin û cenazeyê wî kete destê şervanên QSD’ê.
Di lêgerîna ser çete de hat dîtin ku ew li Tirkiyeyê maye. Bi vê belgeyê careke din derket holê ku bê dewleta Tirk a dagirker çawa çeteyan diparêze û xwedî dike.
Belgeya Wezareta Karên Hundir a Komara Tirkiyeyê yê li ser çeteyê bi navê Melîk Erabî derket wiha ye;