BI DÎMEN

Li Tîcînoyê çalakî: Êrîş bi xiyaneta PDK’ê pêk tê

Kurdistaniyên ku li kantona Tîcîno ya Swîsreyê hatin gel hev, Pêngava 15'ê Tebaxê silav kirin. Di çalakiyê de qetilkirina rojnamevanan hat şermezarkirin û peyama "Êrîş bi xiyaneta PDK'ê pêk tê" hat dayîn.

PÎROZBAHIYA 15’Ê TEBAXÊ

Kurdistanî li kantona Tîcîno ya Swîsreyê ya ku bi zimanê Îtalî diaxivin, di seyranê de hatin gel hev. Şahiya seyranê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li bajarê Bellînzonê hate organîzekirin. Meclîsa Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S), Siyasetmedar Mûsa Farisogûllari, rêveberên Navenda Civakê û gelek kes beşdarî şahiyê bûn.

Mûsa Farisogûllari li ser girîngiya Pêngava 15'ê Tebaxê rawestiya. Farisogûllari diyar kir ku têkoşîn îro bi ruhê serketinê didome û got, “Em bi taybetî jî fermandar Egîd ê ku 40 sal berê tovê berxwedanê çandiye û hemû şehîdan bi minedarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em îro mîrateya wan bi berfirehkirina têkoşînê didomînin. Em li her qadê li dijî faşîzmê têdikoşin.”

Farisogûllari, Malbata Barzanî û rêveberiya PDK'ê şermezar kir û anî ziman ku dewleta Tirk a faşîst bi tena serê xwe nikare van êrîşan pêk bîne û wiha berdewam kir: “Bejna xwe li ber têkoşîna şehîdên çapemeniyê yên di êrîşa duh de jiyana xwe ji dest dabûn ditewînim. Ev êrîş bi xeta xiyanetê ya PDK'ê pêk tê. Divê bizanibin ku em ê ti carî li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Em ê her tim li qadan dengê xwe bilind bikin bersiva van komkujiyan bidin. Gelê me yê Başûr ê welatparêz wê bersiva pêwîst bide xeta xiyanetê.”

Farisogullari bal kişand ser pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10'ê Cotmehê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û banga berfirehkirina têkoşînê li gelê Ewropayê kir.

Di şahî de agahiya komeleya ku wê di demeke nêz de li Kantona Tîçînoyê bê vekirin jî hat dayîn.

Şahî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.