Li Tambovê 27’ê Mijdarê hate pîrozkirin
Li bajarê Miçûrînskê ya herêma Tambov a Rûsyayê, 46’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat pîrozkirin.
Li bajarê Miçûrînskê ya herêma Tambov a Rûsyayê, 46’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat pîrozkirin.
Li bajarê Miçûrînskê ya herêma Tambov a Rûsyayê 46’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Şahî li Mala Kurdan a bajarê Miçûrînskê, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di şahiyê de axaftin hatin kirin û behsa wate û girîngîya rojê hat kirin.
Senem Îsayêva li ser navê meclîsa jinan axivî û got: “Ev 46 sal in Partiya Karkerên Kurdistanê li ber xwe dide û şer dike. Di serî de em silavê xwe ji Rêber Apo re dişînin û berxwedaniya gerîla silav dikin, hebûna wan dihêle ku em wek Kurd bijîn.”
Her wiha hunermend Hemîdê Mecîd, hunermend Ehmedê Baqî û koma foklorê ya Barîn û Agirî jî derketin ser dikê. Hunermendan bi stranên xwe şahî geş kirin. Komên foklorê jî bi dîlanên gelêrî govend gerandin.