BI DÎMEN

Li Sydneyê qurbaniyên qirkirina Şengalê hatin bîranîn

Li navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya li bajarê Sydneyê ya Awustralyayê qurbaniyên qirkirina Şengalê bi çalakiyek hatin bîranîn.

Li bajarê Sydneyê ya Awustralyayê qurbaniyên qirkirina Şengalê bi çalakiyek hatin bîranîn. Çalakî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat.

Di çalakiya bîranînê de Hevserokê NCKD’ê Tîmûr Tatwan axivî û diyar kir ku komkujiya Şengalê li ber çavê tevahiya cîhanê pêk hatiye û bal kişand ser rola PDK’ê yê di qirkirinê de. Tatwan got, “Tevî ku Rêber Apo gelek car hişyariya ‘Li dijî Êzidiyan xetereya komkujiyê heye, divê teqez bên parastin’ da jî PDK’ê ne ewlehiya xwe pêkanî û ne jî bersiv da daxwazên PKK’ê yên ji bo parastinê. Bi hezaran pêşmergeyên PDK’ê Kurdên Êzidî bê xwedî, di pença qirkirinê ya çeteyên DAÎŞ’ê de hiştin. Xwestin bi destê çeteyên DAÎŞ’ê Kurdên Êzidî qir bikin.”

Tatwan destnîşan kir ku di encama berxwedana komeke gerîlayên PKK’ê de êrîşên qirkirinê hatiye têk birin.

Tatwan her wiha anî ziman ku ji bo Êzidî rastî fermaneke din neyên divê xweseriya Şengal bê naskirin.

Piştre jî welatparêzên ku beşdarî bîranînê bûn, ji bo êrîşên qirkirinê yên li ser Şengalê hest û ramanên xwe parve kirin.

Çalakiya bîranînê bi pêşkêşkirina slayta li ser Qirkirina Şengalê bi dawî bû.