Li Sydneyê meş: Tecrîd û bêdengî sûcê mirovahiyê ye!

Di meşa li Sydneyê ya li dijî tecrîda Îmralî û ji bo çalakiya grevên birçîbûnê hatin kirin banga ‘Deng bidin berxwedanê’ hate kirin.

Li bajarê Sydney a Evûstûryayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşa hate protestokirin. Meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hate organîzekirin, Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.

Li ser navê Platforma Xwendekarên Sydneyê Rochlle Events li ser navê Socîalîst Allîance jî Oeter Boyle tevlî çalakiyê bû.

Girseya li Parka Hyde kom bûn, ji parka Hyde meş heta Cûstom Hoûse/Cîrqûlar Qûay dom kir.

‘BÊDENGÎ JÎ SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’

Li ser navê komîteya çalakiyê Roahî Qedîl û Brûsk Aîverî daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de berxwedana Leyla Guven hate silavkirin û hate gotin: ‘Temaşkirin û bêdengî jî sûcê mirovahiyê ye’.

Bang li hikûmeta Ewûstûrya hate kirin û hate gotin: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û hûn divê li dijî vê bêdeng nemînin.Divê her tişt ji dewleta Tirk re bêje ‘Rawest’ e.”

Çalakî bi diûrşmên ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Dîktator Erdogan’.