Li Sydneyê li dêrê ji bo Rojava çalakî hate lidarxistin

Li Sydneyê Evûstralyayî li dêrê hatin ba hev û ji bo Rojava peyamên hevgirtinê dan.

Li bajarê Syndeyê yê Evûstralyayê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li dêra Ûnîtîngê di ayîna sibehê de dia hatin xwendin.

Serokê Giştî yê Partiya Karkeran Anthony Albanese, Şaredarê Blackm Townê Sûsaî Benjamîn, wezîfedarê dînî Bîll Crews û 200 Evûstralyayî tevlî çalakiyê bûn.

Crews di çalakiyê de got ku “Gelê Kurd wekî dara azadiyê ye. Ev dar li hemberî ba, bahoz û baranê ji bo ku karibe li ser koka xwe bisekine, her dem têkoşîyaye.”

Albanese jî diyar kir ku gelê Kurd li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe dan û got ku “Divê em nehêlin ku qetlîam li ser Kurdan were kirin. Berpirsyariya me hevgirtin e.”