Li Sydneyê Kurdan ji bo yekîtiya netewî çalakî kirin

Kurdan li Sydneyê ya Ewistralyayê ji bo  yekîtiya netewî çalakî kirin.

Çalakî li meydana Custom Hose hate kriin. Di çalakiyê de dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk ên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Wêneyên kesên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dema serhildana li dijî bihaya sotemeniyê rabûn, hatibûn kuştin, hatin rakirin. 

Di çalakiyê de bang li Kurdan hate kirin ku demilest yekîtiya netewî pêk bînin.

Alayên YPG, YPJ'ê û PYD'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Pankarta bi nivîsa, ''Qirkirina Tirkiyê ya li Kurdistanê rawestînin' hate vekirin.

Di axaftinan de hate gotin dewleta Tirk peymanên navnetewî binpê kiriye, li Rojava li sûcên şer û mirovahiyê hatint kirin.

Her wiha hate xwestin ku Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk bibin yek û bi rihe yekîtiya netewî têkoşînê geş bikin.

Aktivîsa Kurd a jin Azê Rojhilat jî got divê jin xwedî li kampanyaya boykotê ya li dijî Tirkiye derkevin.